Otobus li kesên ku li rawestgehê disekinîn qelibî: 3 mirî 5 birîndar
Li Uskudara Stenbolê otobusa navbajêr li kesên ku li rawestgehê disekinîn qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Uskudara Stenbolê otobusa navbajêr li kesên ku li rawestgehê disekinîn qeliî, di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otobusa navbajêr a bi plaqeya 34 VN 7071 a ku li Uskudarê sefera Ataşehîr-Kadikoyê dikir dema ku nêzîkî rawestgehê bû pêşî li otobusa li rawestgehê qelibî û dû re li peyayên ku li rawestgehê disekinîn qelibî.
Di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)