"Fikra Fransayê seqet e, îşxal tuneye"
Serokwezîr Yildirim bersiv da Serokomarê Fransayê û got "Fikra Fransayê seqet e, îşxal tuneye."
Serokwezîr Bînalî Yildirim li Qesra Çankayayê bi Serokwezîrê Libnanê Saad Harîrî re hevdîtinek kir. Piştî hevdîtina ku hat kirin Serokwezîr Yildrim derbarê gotinên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron "ger operasyon bibe îşxal ev yek dê bo me bibe problem' de nirxandin kir.
Yildirim di daxuyanîya ku da de destnîşan kir fikra Fransa seqet e û dû re wiha got: " Temamê dinayayê dizane û divê zanibe ku Tirkîye qetîyen ne xwedîyê mantixa îşxalê ye. Ger em li Mertala Firadê binêrin em dikarin vê yekê bibînin. Em ji yekîtîya axên Sûrîyê re rêzdar û bi hûrmet in. Bes armanca me ew e ku em êrîşên bi roket ên ku li hember welatên me tên kirin berteref nikin."(ÎLKHA)