• DOLAR 32.524
  • EURO 34.839
  • ALTIN 2417.064
  • ...
"Divê ji bo îstîhdamê karmend û pişesazîvan bên destekkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Bajarê HUDA PARê yê Êlihê Davût Şahîn û heyeta pê re Komeleya Pişesaz û karmendan ya (TUMSÎAD)ê ya şaxa Êlihê ziyaret kir

Di zîyareta TUMSÎADê de Şahîn, û heyeta pê re ji teref Serokê TUMSÎADê yê şaxa Êlihê Kamîl Bîçîcî û heyeta rêveberiyê hat pêşwazîkirin.   

Bîçîcîyê ku heyeta HUDA PARê pêşwazî kir ji bo zîyaretê malavahîya xwe anî ziman.

Di zîyareta hat kirin de Şahîn behsa armanc û hedefên partîya xwe kir.

Şahîn, di axaftina xwe de bal kirşand ser êş û elemên li ser erdingarîya Îslamê tên kişandin û îfade kir ku çareserîya ji van êş û eleman yekîtîya Mislimanane.

Li hêladin di zîyaretê de behsa pirsgirêkên karmend û veberdêr dikşîn e jî hat peyîvandin û danûsten dina firkr û ramanan hat kirin.

Di zîyaretê de Şahîn behsa armancên partîya xwe kir û got: "Me di çarçoveya zîyaretên xwe yên STKyan de îro TUMSÎAD zîyaret kirin. Di zîyaretê de me behsa persgirêkên Êliha xwe kirin. Em di warê bêkarîya li Êlihê de peyîvîn û me danûstendina firkr û ramanan kirin û me pêşnîyazîyên xwe yên di warê çareserîya pirsgirêkan de gotin."

"Îhtîyacên gelên me bi refahê he ye"

Şahîn di berdewama axaftina xwe îfade kir ku di warê veberhênanê de devera me mehrûmîyetê dikşîn e û wiha got: "Li Êlihê pirsgirêka bêkarîyê he ye. Mixabin dema em bi karmendên xwe û pişezazîvanên xwe re rûdinîn em di warê van pirsgirêkana de diaxifin û em li çareserîya digerin. Pirgirêkek Êlihê ya din jî nebesbûna Herêma Pişesazîya Organîzeyê ye. Bi taybetî divê li Êliha me di vî warî de veberhênandin bên kirin. Hewceya miletê me bi van tiştana he ye."

"Divê ji bo îstîhdamê karmend û pişesazîvanên me bên destekkirin"

Şahîn, destnîşan kir ku dema em her firsendê dibînin em bi karmendên xwe re tên cem hev û li derd û pirsgirêkên wan guhdarî dikin û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Em hewl didin ku em karmendên xwe zîyaret bikin û ji derd û pirsgirêkên wan re çareserîyan bibînin. Di vî warî de pirsgirêkên em dibînin wan tiştana karmend û pişesazîvanên me jî tînin ziman. Feqet em vê dibêjin: Lazim e rêvebira niha xwe nexê pişt hin tiştan û xwe veneşêre û ji bo karmendan sahayên nû vekin û destê karmend û pişesazîvanên me bê rehetkirin. Ev wezîfeyek dewletê ya mihîm e. Em tev di vî warî de heman tiştî difikirin ku tu karmend nikare bi sermaya xwe karekî nû veke, lazim e bi alîkarîya dewletê li deverê kar bike. Raste lazim e sermaya karmendan jî hinek hebe û ya din jî dewlet piştgirîyê bide wan. Encex bi vî awayî bêkarî kêm bibe û îstîhdam dê zêde bibe. Di vî warî de bangewazîya me ya ji hikumetê re ew e ku bila karmend û pişesazîvanên me bên destekkirin." 

"Bila sahayên nû yên kar bên vekirin"

Serokê TUMSÎADê yê şaxa Êlihê Kamîl Bîçîcî, jî di warê navendên cazîbeyê de xemgînîyên xwe anî ziman û îfade kir ku lazim e Êlih jî wek deverên din ji bo karmendên dixwazin li vir veberhênandinê bikin dewlet piştgirîya hilberandin û ya mekîneyan bide wan û wiha got: "Bi rastî ew daxuyanîya di rojnameya fermî de hat eşkerekirin em pir xemgîn kir. Lewra daxwazên me yên mezin ji karmendên me hebûn. Ji xwe ev eşkere ye li devera me bê karî zêde ye. Daxwaza me ji vê hikumetê heye ku ji bo karmendên me yên ku dixwazin li deverê kar bike sahayên nû yên kar veke. Em hêvî dikin ku aborîya me bi piştgiriya dewletê derkeve astek baş. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir