• DOLAR 32.495
  • EURO 34.821
  • ALTIN 2441.303
  • ...
Mewzîyên PKKê ji hewayê ve tên bomberankirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Operasyona Efrînê ya ku ji teref TSKê ve hatibû destpêkirin ev bû 12 roj ku berdewam dike. Di bergeha operasyona Efrînê de mewzîyên PKKê yên li Çiyayê Darmika Efrînê bi balafirên şer tên bombebarankirin.

Jetên ku aîdî TSKyê ne hedefên ku berî niha hatibûn diyarkirin hatin bombebarakirin. Cihên ku tên bomberankirin ji Kilîsê tên dîtin.

Li Çiyayê Burseyayê ku hatibû bidestxistin xebatên paqijkirina mayin û teqemenîyan berdewam dike û hat ragihadin TSK û Artêşa Azad a Sûrîyê berê xwe dane Girê Bafelyinê.

Girê Bafelyun cihekî girîng e, lewra jê gelek roket tên avêtin Kilîs û Hatayê.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir