• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Gotinên neteweperest di nav civakê de dibin sedema berberî ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di nirxandina rojevê ya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat weşandin de derbarê gotinên neteweperst ên ku di demên dawî de ji teref sazîya sîyasî û partîyan ve tê bikaranîn de hat destnîşankirin gotinên neteweperest di nav civakê de dibin sedema berberî ye.

Ji teref Navendî Giştî yê HUDA PARê derbarê rojevê de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê operasyona Efrînê de, derbarê gotinên neteweperest ên di siyasetê de, derbarê leystandina qumarê ya bi destê dewletê de û derbarê bikaranîna tiryakê de nirxandin hat kirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin  ew ziman û gotinên neteweperest ên ku di van demên dawî de ji teref sazîyên sîyasetê û partîyan ve di siyasetê tên bikaranîn de hat diyarkirin  ev helwest û nêrînm derfet nade problemên ku divê bi lez bên çareserkirin werin nîqaşkirin jî.

"Di van pêlên dawî de ew gotinên neteweperest ên ku ji teref sazîyên siyasetê û partîyan ve hatiye tercîhkirin dibe sedem ku di nav wan komên civakî û siyasî yên li welat de rageşî û berberî derkeve "

Di berdewama daxuyanîyê de derbarê mijarê de wiha hat gotin: " Di van pêlên dawî de ew gotinên neteweperest ên ku ji teref sazîyên siyasetê û partîyan ve hatiye tercîhkirin dibe sedem ku di nav wan komên civakî û siyasî yên li welat de rageşî û berberî derkeve.  Gelek armancên wê operasyona leşkerî ya ku li Efrînê tê kirin heye. Digel vê yekê  ji wan xalên ku divê herî zêde li ser bê rawestîn yek jî gotinên neteweperest in. Exlebeyê sîyasetmedar û îdarevanan  bikaranîna vê uslubê terecîh kirine  û her ku diçe ev yek  di beyannameyên wan sazî û rayedarên eleqedar û neeleqedar de tê xuyakirin  ku ev yek jî dibe sedem problemên ku divê demildest bên çareserkirin neyên nîqaşkirin jî."

"Heta ku ev heqîqet nebe ji esesên bingehîn a polîtîkayên derve ew ê ji teref wan kesên ku wek "dost" tên dîtin ve miradê wan di ber wan de bê hiştin."

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di serî de li Tirkîyê û dû re welatên din ên herêmê ji ber ku problemên navxweyî li ser bingeha edaletê nayên çareserkirin  ev yek rê li ber mudaxelekirina hêzên emperyalîstan re vedike  û dû re wiha hat gotin: " Van problemên me yên navxweyî bi kar tînin û hewil didin berê welatên herêmê bidin pevçûn û şeran.  Welatên herêmê divê demildest di serî de problemên qewmî û mezhebî û her wisa temamê problemên din li gor heq û edaletê çareser bikin û bi vê yekê divê hewildanên hêzên emperyalîstan a destdanîna li ser îradeya xelkê xwe  vala derînin.  Ji rexekî ve li dijî wê koma çekdar a ku ji teref Amerîka ve hatiye çekdarkirin û nobedarîya berjewendîya Amerîka dike operasyon berdewam dike û ji rexê din vê jî  Amerîka wek "dost" û "muttefîkê stratejîk" tê dîtin  û bi van kiryarên wan tê gotin ku miradên wan di ber wan de dimîne. Amerîka bi tu xelkên Misliman û welatên Îslamê re nabe muttefîka stratejîk û bes bo menfeat û berjewendîyên xwe dixebite.  Heta ku ev heqîqet nebe ji esesên bingehîn a polîtîkayên derve ew ê ji teref wan kesên ku wek "dost" tên dîtin ve miradê wan di ber wan de bê hiştin."

"Divê ji wan komên Kurdan ên ku mudaxilî pevçûnan nebûbin re zirar neyê dayîn"

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin Amerîka û PYD  hewil didin temamê rêxistin û hêzên li sehayê tevlî derdora pevçûnê bên kirin û alozî û bêîstîqrarî zêdetir bibe û dû re wiha hat gotin: "Divê li ber çavan bê girtin ku Amerîka û PYD  hewil didin temamê rêxistin û hêzên li sehayê tevlî derdora pevçûnê bên kirin û alozî û bêîstîqrarî zêdetir bibe. Divê ji wan komên Kurdan ên ku mudaxilî pevçûnan nebûbin re zirar neyê dayîn. Bi şikleke mitleq divê tedbîr bên girtin da ku li herêmên ku lê siwîl dijîn ewlehî bê tesîskirin û kesên siwîl zirarê nebînin."

Di berdewama daxuyanîyê de derheqê gotinên Wezîrê Malîyê Nacî Agbal 'Xebat tên kirin da ku di wan leystikên siûdê de yên ku bi şikleke qanûnî tên leystandin cazîbeyên wan bên zêdekirin" de hat gotin "Divê temamê wan qanûnên ku her cûrên qumarê dikin yasayî û li dijî bawerîya me û li dijî exlaq û hiqûqê ne û bi navê leystikên siûdê tên binavkrin ji meriyetê bên rakirin. Her wisa divê bi şikleke ciddî bi qamarê re micadele bê kirin  û ji kesên ku qumarê didin leystandin re cezayên mezin bên dayîn."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir