• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Destekkirina heramê bi bawerîya gel re tinazkirin e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî yê Yekîtîya Aliman û Medreseyan Mehmet Şenlîk bertek nîşanî daxûyanîyên Wezîre Darayîyê Nacî Agbal yên ku di warê teşwîqkirina lêystokên siûdê (şans oyunları) de da û ji ajansa ÎLKHAyê re peyîvî û îfade kir ku emrekî Xweda qethîyen qedexekiribe destekirina wî tê wateya bi bawerîya gel re tinazkirinê.  

Şenlîk, îfade kir ku di çaxa komarê de her tim dewletê bi urf û adetê gel re şer kir û tiştên Xweda qedexekiribû yên wek araq û qumarê bi teşwîqa dewletê didan kirin.

Şenlîk, bal kişand ser layîktîyê û got: "Li bal wan emrê Îslamê ne pîvok e û ji wan re tu tiştekî îfade nake. Ji wan re fêda dewletê tê de heye an tineye mihîm e. Lê belê li dewleteke Îslamê lazim e li bawerîya gel dîqet bê kirin. Kesekî emrê Îslamê yê qatîyen hatibe heramkirin helal bike an teşwîq bike an jî têxe bin emnîyeta dewletê ev tiştekî pir ecêb e û bi bawerîya gel re tinazkirin e."

Wezîre Darayîyê Nacî Agbal derbarê leystokên siûdê de gotibû: "Em ê piştgirîya leystokên siûdê yên bi qanûnî tên kirin bikin û cazîbeya bi bal wan zêde bikin." Şenlîk, piştî ev gotinên wî bi bîr xist û wiha got: "Ev mantiqê malîyevanekî ye, ew difikire ku wê çawa pera qezenc bikin? Ew tenê vê yekê difikirin. Ew qet nafikirin bê ev tişt bi bawerîyê gel re mixalif e an ne mixalif e, ew li helalî û heramîyê nanihêrin."  

Şenlîk, di dawîya axaftina xwe de wiha got: "Îro mixabin 'kerxane' di bin kontrola dewletê de ne. Li wan deran zinayê meşrû dikin, lewra ji wir ji bo dewletê bace tê. Însan bi vî şiklî bi destê dewletê dikevin nava heramê. Lazim e dewlet dev ji van tiştan berde. Divê dewlet demildest tiştên wisa ji holê rake. Hewce ye dewlet hurmetê ji bawerî û çanda gel re bike. Divê tiştên dîn heram kiribe helal neke. Fikra em ê çawa ewqas pere têxin qasa dewletê nedirust e. Hûn bi vî awayî însanan winda dikin. Lazim e dewlet van deran demildest bigre. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir