Sîyonîstan zarokekî şehîd kirin
Îşxalkerên sîyonîst li Şerîaya Rojava zarokekî şehîd kirin.
Hat ragihandin îşxalkerên sîyonîst di xwepêşana ku li Şerîaya Rojava hat tertîpkirin de berikên rastî bi kar anîn û zarokekî şehîd kirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ve hatiye belavkirin de derbarê mijarê de hat ragihandin di encama berdana guleyan a ji teref îşxalkerên siyonîst ve Leys Heysem Ebu Naîmê 16 salî birîndar bû. Ebu Naîmê ku wek birîndar hat rakirin nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.(ÎLKHA)