Nusret Xoce ji teref hezkirîyên xwe ve hat definkirin
Nusret Kocabeya ku ji telebeyên Bedîuzzeman bû berî vê 2 rojan li Erzeromê li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin rehmet kiribû. Nusret Xoceyê ku rehmet kir doh hat definkirin.
Cenazeya Kocabeyê piştî nimêja cinazê ya ku li Mizgefta Zanîngehê ya Nurettîn Atmaca hat edakirin re li goristana li Taxa Fatîhê hat definkirin.
Piştî definkirina cinazê kesê bi navê Bulent Bakir derbarê Nusret Xoce de diyar kir ew Rîsaleî Nur ji xwe re dikir derd û dû re wiha got: " Xoceya me ji teref Bedîuzzeman ve wek telebe hatibû qebûlkirin. Nusret Xoce dema leşkerî dikir Bedîuzzeman nas kiribû û dû re jî bi Rîsaleî Nurê re îştîxal kiriye. Rîsaleî Nur jiyana wî bû. Bi sedan telebe perwerde kirin."
Her wiha kesên bi navê Faruk Çelîk û Mahmut Kizilkurt jî derbarê Nusret Xoce de diyar kirin ew di dema nexweşîya xwe de her tim ji halê xwe re şikir dikir û bi xizmetê meşxul dibû.(ÎLKHA)