• DOLAR 32.455
  • EURO 35.054
  • ALTIN 2418.554
  • ...
99 penaberên ku dikirin bixeniqin hatin xelaskirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin şeva 27ê Çileyê Ekîbên Doxtorên ku Sînoran Nas Nakin û SOS MEDITERRANEE li Behra Spî ji keştîyeke ku dikir noqî ava bibe 99 kesên penaber rizgar kirin.

Aoîfe Nî Mhurchuya hemşîreya Doxtorên ku Sînoran Nas Nakin e derbarê mijarê de got "Rewşeke pir xerab bû, li pey hev hewadîsên bi lez dihatin. Însan li pey hev dihatin anîn û hişê wan ne li ser wan bû û nikaribûn nefesê bistînin."

Hemşîre Mhurchuya di berdewama axavtina xwe de diyar kir keştîya Aquarîusê ya rizgarkirinê gihaşt cihê bûyerê gelek kes ketibûn nava avê û dû re weha got: " Dema em keştî çû wê derê gelek kes ji keştîyê ketibûn nava avê û keştî jî di nav avê de dikir noq bibe. Digel temamê wesayît û amûrên di keştîyê de hewil hat dayîn însanên di nav avê de bên rizgarkirin."

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin bi hewil danên ekîba tenduristîyê 6 zarokên biçûk û pîrekek ji mirinê hatine rizgarkirin, lê digel temamê midaxeleyan 2 pîrek jiyana xwe ji dest dane.

Hemşîre Mhurchuya derbarê mijarê de her wisa diyar kir "Bûyereke dilşewat e. Zarokên wan pîrekên ku jiyana xwe ji dest dan hebûn. Em biha hewil didin tedawîya wan zarokan bikin."

Hat ragihandin kesên ku hatine rizgarkirin bi helîkopterê hatine birin bajêra Safakesa Tunusê.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir