Wezîr Fakibaba esnafê Sûrê ziyaret kir
Wezîrê Xurek, Zireat û Heywandarîyê Ahmet Eşref Fakibabayê ku bo hinek ziyaretan hatibû Diyarbekirê li Sûrê dikandaran ziyaret kir.
Ahmet Eşref Fakibabayê Wezîrê Xurek, Zireat û Heywandarîyê digel Walî Hasan Basrî Guzeloglu, Serokê Şaredarîya Bajêra Mezin Cumalî Atîlla li Sûra Diyarbekirê dikandaran ziyaret kir.
Wezîr Fakibaba ji ber Mizgefta Mezin dest bi ziyaretan kir. Pêşî li meydanê bi welatîyan re sohbet kir û dû re digel heyeta pê re li çayxaneyekê rûnişt û welatîyan re çay vexwar û derd û kulên welatîyan guhdar kir. Fakibaba piştî ziyaretên ku kir re derbarî bernameya ku Mala Mamosteyan a Şaredarîya Mezin bû.
Fakibaba di bernameya ku beşdarî bû destnîşan kir FETO rêxistineke ji PKKê xiraptir e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Bi navê FETO bi navkirin gotina herî bêexlaq a dinyayê ye, ev rast e. Bo dahatûya welêt hinek xeletî hatine kirin, ez heqîqeten ji wan lêborînê dixwazim. Ez dizanim heqîqeten ev rêxistin ji PKKê xiraptir e. Qet nebe hûn dizanin bi PKKê dizanin û diçin di kozika wê de lê didin. Lê ev FETO wisa bi dizî rêxistinîbûbû ku Xweda me ji wan xelas kir."(ÎLKHA)