• DOLAR 32.588
  • EURO 35.028
  • ALTIN 2463.378
  • ...
Li Kabîlê êrîşa bombeyî: 95 mirî 158 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin di êrîşa bombeyî ya ku li Kabîla paytexta Efxanîstanê bi wesayîta bombebarkirî hat tertîpkirin de 95 kes jiyana xwe ji dest dan û 158 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyanîya ku ji teref Arîkarê Berdevkê Wezareta Karên Hundir ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin bo êrîşkar bigihijin ji êrîşê teqemenîyê di ambûlansê de bi cî kirine.

Hat diyarkirin ji ber êrîşa bombeyî ya ku hat tertîpkirin gelek avahî zirar dîtin. Li cihê ku lê êrîş hat kirin tedbîrên herî zêde dihatin standin û temsîlkarên dîplomatîk ên gelek welatan li wê derê diman. Piştî êrîşa ku hat kirin re rê ji trafîkê re hat girtin.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin di encama êrîşê de 95 kes jiyana xwe ji dest dan û 158 kes jî birîndar bûn û rewşa hinek birîndaran nebaş e.

Hat ragihandin êrîşa ku hatiye kirin ji teref Talîban ve hatiye girtin li ser xwe.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir