• DOLAR 32.583
  • EURO 35.063
  • ALTIN 2459.274
  • ...
Di êrîşa ku li qereqola hidûdê hat kirin de 3 PYDyî hatin kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Nisêbîna navçeya Mêrdînê ji alîyê Sûrîyê ji teref endamên PYD/PKKê ve êrîş li qereqola hidûdê hat kirin, di pevçûna ku di encama êrîşê hat kirin de 3 PYDyî hatin kuştin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin piştî operasyona Efrînê ya ku ji teref TSKyê ve hat destpêkirin re li ser xeta sînorê li dijî êrîşan tedbîrên ewlehîyê hatin zêdekirin.

Hat diyarkirin ji Qamişloya Sûrîyê gule hat berdan Qereqola Hidûdê ya bi navê Faruq Gezen, di encama guleyên ku hatin berdan bi tank û obusan bersiv hat dayîn. Di encama pevçûna ku derket de 3 endamên PYD/PKKê hatin kuştin.

Hat hînbûn di êrîşa ku li qereqolê hat kirin de tiştek bi tu kesî nehat.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir