• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
 "Berê Rojhilata Navîn didin bêaramîyê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir ê ku hatibû Sêrtê beşdarî Kongreya Asayî ya Teşkîlata Navçeya Navendî ya Sêrtê ya 6emîn bû. Soylu di kongreya ku beşdarî bû de derheqê teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê û her wisa derheqê şaredarîyên ku ji wan re qayyûm hatiye tayînkirin de nirxandinan kir.

"Berê Rojhilata Navîn didin bêaramîyê"

Soylu di berdewama axavtina xwe de diyar kir Berê Rojhilata Navîn didin bêaramîyê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Wê tiştê ku xwestin di 15ê Tîrmehê de bikin vêcarê dixwazin  me berdin hev û li vê erdnigarîyê bigihijin armanc û hedefên xwe. Ji alîyekê Berê Rojhilata Navîn didin bêaramîyê. Dixwazin ji wê valahî û bêîstîqrarîya li Iraq û Sûrîyê sûdê werbigrin û bo vê yekê bi kar tînin. Tehdîda DEAŞê xelas bû, lê belê ew fealîyetên li wî rexê sînorê hêj xelas nebûne. 4 hezar TIR açek şandin ji terorîstan re û qaşo xwestin artêşeke sînorê ava bikin. Ew ê ev artêşa sînorê sînora kî li dijî kî biparêze? Ew ê sînorên wî welatê ku 9 hezar kîlometre ji vê derê dûr e biparêzin?"(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir