• DOLAR 32.377
  • EURO 34.742
  • ALTIN 2411.123
  • ...
Serok Bajêrê Stenbolê yê HUDA PARêbi ciwana re hat cem hev
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serok Bajêr Stenbolê yê HUDA PARê Erdal Elîbuyuk, li Zeytînbûrnûya Navçeya Stenbolê beşdarî bernameya ji teref Şaxa Ciwanî ya partîya xwe hat amadekirin bû.

Elîbuyuk ji bo xebatên ciwanan yên di Kongreya Stenbolê ya 2yemîn a HUDA PARê de ji ciwan re Teşekur kir û got: "Em di warê dinya û axretê de ehemîyetê didin ciwanan. Ciyê ciwan lê hebin li wir kelecan û enerjî heye."

Elîbuyuk, bangî ciwanan kir û got: "Divê hedef û armancên me hebin û hewce biki lazem e em bi deh salan ji bo armanc û hedefên xwe bixebitin. Lewra eslê vê dozê ciwanin û berpirsyarîyê mezin li ser pişta we ye." 

"Şehîd Yasîn Boru ji bo me bu mifte"

Elîbuyuk, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku piştî partîya me hat damezrandin di serî de herêma Behrareş em çûn çar teRefên welatên xwe û wiha got: "Em diçin ku derê doza şehîd Yasîn Boru yê ku malbata wî endamên partîya me bû ji xebatên me re di be alîkar. Navê wî ji me re bû mifte. Em bi navê wî ketin gelek deran. Tiştên ev 20 sal bû me nikarîbû ji Tirkîye re bigota şehîd û hevalên wî di demek kurt de bi şehadeta xwe da gotin."

Emê bibin partîyî lê belê em nebin partîgir

Elîbuyuk, di dawîya axaftina xwe de îfade kir ku emê bibin partîyî lê belê em nebin partîgir û axaftina xwe wisa bidawî kir: "Dema li welatên me û li alema Îslamê menfaet û hesabê şexsî têkeve rojevê emê rozetên xwe derxin û têxin bêrîka xwe. Ji bo Îslamê çi hewce bike emê wê bikin. Di gel vana lazim e ji bo em doza xwe bibêjin zaf bixebitin. Dema wext û siheta meriv di cî de be lazeme meriv xatirê wê zanibin û li gor wê hereket bikin. (ÎLKHA)  











Bu haberler de ilginizi çekebilir