• DOLAR 32.507
  • EURO 34.797
  • ALTIN 2444.034
  • ...
 "Ew daxuyanîyên cuda yên ku Amerîka dide nîşaneya tevlîbûna serê wan e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîr Bînalî Yildrim beşdarî Civîna Midûrên Ewlehîya Bajêran a ku li Serokatîya Daîreya KOMê hat tertîpkirin  bû û derbarê daxuyanîyên Amerîka ya li ser sînorê damezrandina arteşeke ji yekîneyên YPGê de nirxandin kir.

Yildirim di  axavtina xwe ya ku di civînê kir de diyar kir ji rêveberîya Amerîka ev 3 roj e ku daxuyanîyên ku hev dû tekzîb dike tên dayîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Rojekî tê gotin ew ê arteşa ewlehîya sînorê bê damezrandin û dû re jî tê gotin tiştekî wisa nîne û me ne gotiye. Ew daxuyanîyên cuda yên ku Amerîka dide nîşaneya tevlîbûna serê wan e. Helwesta me derbarê vê mijarê de teqez û eşkere ye.  Ne mimkûn e em li ber sînora me ji damezrandina arteşeke terorê destûrê bidin. Ew ê li gor hiqûqa navneteweyî temamê tedbîran bê standin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir