Li Trabzonê balafir ji pîstê derket
Balafira rêwîyan a ku sefera Enqere-Trabzonê dikir di dema daketina balafirgehê de ji pîstê derket. Di qezaya ku pêk hat de tiştek bi tu kesî nehat.
Balafira rêwîyan a Rêhewayên Pegasusê ya ku ji Enqerê ber bi Trabzonê re bi hewa ket di dema ku li Balafirgeha Trabzonê dakete pîstê ji pîstê derket. Di qezaya ku pêk hat de tiştek bi tu kesî nehat.
Hat ragihandin 162 rêwîyên ku di balafirê de bûn bi şikleke ewlehî hatin tahlîyekirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Trabzonê ve hat dayîn de hat ragihandin balafireke rêwîyan a ku ji Enqerê ber bi Trabzonê re bi hewa ket di dema ku li Balafirgeha Trabzonê dakete pîstê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn ji pîstê derket. Di qezaya ku pêk hat de tiştek bi tu kesî nehat.(ÎLKHA)