Midûrtîya Giştî ya Ewlehîyê derbarê 'Harekata Taybet' daxuyanî da
Midûrtîya Giştî ya Ewlehîyê derbarê rakirina 'Harekata Taybet' de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîyê de sedema qerara rakirinê hat ragihandin.
Li gor qerara Lijneya Wezîran a ku îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin Daîreya Harekata Taybet a di bunyeya Midûrtîya Giştî ya Ewlehîyê dê êdî wek yekîneyeke taybet bixebite.
Midûrtîya Giştî ya Ewlehîyê derbarê qerara Lijneya Wezîran a ku îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin de daxuyanîye da. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat ragihandin "Daîreya Harekata Taybet hatiye nûkirin û statuya wê hatiye bilindkirin û Serokatîya Harekata Taybet hatiye sazkirin."(ÎLKHA)