Divê Amerîka êdî piştgirîyê nede PYDyê
Wezîrê Karên Derve Mewlud Çavuşogludestnîşan kir ew çekên ku Amerîka dide PYDyê bo Tirkîyê dibin sedema xeterêû divê Amerîka êdî piştgirîyê nede PYDyê.
Wezîrê Karên Derve Mewkut Çavuşoglu bo Kovara Newsweek a Amerîka gotarek amade kir. Çavuşoglu di gotara ku bo kovarê amade kir de destnîşan kir divê birêveberîya Washingtonê êdî desteka nede PYDyê.
Çavuşoglu her wisa diyar kir ew desteka ku Amerîka dide Tirkîyê ne tatmînkar e û ew çekên ku Amerîka dide PYDyê bo Tirkîyê dibin sedema xeterê.
Çavuşoglu di berdewama nivîsa xwe de diyar kir divê Amerîka ji vê xeletîya ciddî vegere.(ÎLKHA)