Li Tunusê xwepêşanên protestoyê
Li Tunusê xelk ji bo ji zêdekirina bihayan a ku ji teref hikûmetê ve hat kirin re bertek nîşan bidin xwepêşanan li dar dixin.
Li Tunusê xelk ji ber zêdekirina bihayan xwe berdan kolanan û bi xwepêşanên ku dikin zeman protesto dikin. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li bajarên Kassarîn, El-Mehdîye, Kayravan, Kafsa û Tunusê pêşandar xwe berdan kolanan û zema ku hatiye kirin protesto kirin.
Di dema çalakîyan de cih cih di navbera polês û pêşandaran de pevçûn derdikeve.
Pêşandar bang li hikûmetê dikin da ku di warê peydakirina kar, pêşveçûn û zêdebûna bihayan ji ber çavan bê derbaskirin û di van waran de verastkirin bên kirin.(ÎLKHA)