"Dikin ku nesîhetan li me bikin wan nesîhetên xwe ji xwe re bihêlin"
Serokomar Erdogan derbarê helwesta ya Amerîka de diyar kir "Dikin ku nesîhetan li me bikin wan nesîhetên xwe ji xwe re bihêlin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partîyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna komî ya partîya xwe de axivî. Erdogan di axavtina xwe civîna xwe ya partîya xwe de derbarê alîkarîya ku ji teref Amerîka ve li YGPê tê kirin de nirxandinan kir û helwesta Amerîka wisa rexne kir: "Digel ku me çendîn caran îqazan kir jî gelo me hêj gavek bi paşve hat avêtin? Naxêr, dû re radibin dikin ku nesîhetan li me bikin. Wan nesîhetan ji xwe re bihêlin. Yanî em di di vî warî de samîmîyet û diristîyê digerin. Ger ev samîmîyet û diristî tunebe, weke ku me berî niha jî gotibû me navika xwe bi destên xwe jê kir û em ê jê jî bikin."(ÎLKHA)