Fealîyetên mîsyoneran ên li herêmê berdewam dikin
Mîsyonerên ku li bajarên Rojhilat û Başûrêrojhilat fealîyetên cûrbecûr dikin vêcar jî li Bidlîsê derketin pîyasê.
Mîsyonerên Xiristîyan ên ku ji cûrbecûr bajarên Ewrûpayê tên Tirkîyê û li bajarên Rojhilat û Başûrêrojhilat di bin navê "turîstîyê" de fealîyetan dikin vêcarê li Bidlîsê derketin holê.
Berî niha di raya giştî de derketibû holê ku kesên mîsyoner li bajarên mîna Êlih, Diyarbekir, Riha û Entabê berhemên ku di serî de di wan de qala Xiristîyantîyê tê kirin û berhemên wekî di nav belav dikirin.
Mîsyonerên Xiristîyan ên ku qala qan hat kirin vêcar jî li Bidlîsê derketin holê.
Hat hînbûn 2 mîsyonerên ku yek ji wan Alman û yê din jî Kanadayî ye li Bidlîsê ketin dikanekê û propagandaya Xiristîyanîyê kirin.
"Dixwazin derbarê Hz. Muhammed(s.x.l) de hişan tevlîhev bikin"
Dikandarê ku nexwest navê wî eşkere bibe derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re wisa axivî: "Dema ku ketin hundir ewil ji min pirsî 'Merhaba, hûn dixwazin Îsa nas bikin?' Min jî meraq kir ka kî ne û ji wan re got ku belê. Min ji înternetê sûd wergirt û min hewil da jê fêm bikim. Derbarê Hz. Îsa de agahîyan de û dest bi propagandayê kirin. Min jî bi bernameya wergerê ayetên derheqê Hz. Îsa de nivîsand û nîşanî wan da. Bi vî şiklî nêzî nîv seatî xeber dan."
Xwedîyê dikanê di berdewama axavtina xwe de diyar kir mîsyoner hewil dane derbarê Hz. Muhammed de hişan tevlîhev bikin û di vî warî de pirsan kirine û çend tiştan gotine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Min dît ku di tûrikên wan mîsyoneran de çîkolata û pêlîstok jî hene. Biya min dixwazin bi wan zarokên me yên Misliman bixapînin û bingehê bavêjin da ku ji wan re Xiristîyantîyê bibêjin. Divê dê û bav di vî warî de hişyar bin. Her wisa divê rayedar jî destûr nedin wan mîsyonerên Xiristîyan da ku li heremê bigerin."(ÎLKHA)