• DOLAR 32.471
  • EURO 34.742
  • ALTIN 2439.355
  • ...
Fealîyetên mîsyoneran ên li herêmê berdewam dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mîsyonerên Xiristîyan ên ku ji cûrbecûr bajarên Ewrûpayê  tên Tirkîyê û li bajarên Rojhilat û Başûrêrojhilat di bin navê "turîstîyê" de fealîyetan dikin vêcarê li Bidlîsê derketin holê.

Berî niha di raya giştî de derketibû  holê ku kesên mîsyoner li bajarên mîna Êlih, Diyarbekir, Riha û Entabê berhemên ku di serî de di wan de qala Xiristîyantîyê tê kirin û berhemên wekî di nav belav dikirin.

Mîsyonerên Xiristîyan ên ku qala qan hat kirin vêcar jî li Bidlîsê derketin  holê.

Hat hînbûn 2 mîsyonerên ku yek ji wan Alman û yê din jî Kanadayî ye li Bidlîsê ketin dikanekê û  propagandaya Xiristîyanîyê kirin.

"Dixwazin derbarê Hz. Muhammed(s.x.l) de hişan tevlîhev bikin"

Dikandarê ku nexwest navê wî eşkere bibe derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re wisa axivî: "Dema ku ketin hundir ewil ji min pirsî 'Merhaba, hûn dixwazin Îsa nas bikin?' Min jî meraq kir ka kî ne û ji wan re got ku belê.  Min ji înternetê sûd wergirt û min hewil da  jê fêm bikim. Derbarê Hz. Îsa de agahîyan de û dest bi propagandayê kirin.  Min jî bi bernameya wergerê ayetên derheqê Hz. Îsa de nivîsand û nîşanî wan da. Bi vî şiklî nêzî nîv seatî xeber dan."

Xwedîyê dikanê di berdewama axavtina xwe de diyar kir  mîsyoner hewil dane derbarê Hz. Muhammed de hişan tevlîhev bikin û di vî warî de pirsan kirine û çend tiştan gotine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Min dît ku di tûrikên wan mîsyoneran de çîkolata û pêlîstok jî hene. Biya min dixwazin bi wan zarokên me yên Misliman bixapînin û bingehê bavêjin da ku ji wan re Xiristîyantîyê bibêjin. Divê dê û bav di vî warî de hişyar bin. Her wisa divê rayedar jî destûr nedin wan mîsyonerên Xiristîyan da ku li heremê bigerin."(ÎLKHA)

 















Bu haberler de ilginizi çekebilir