• DOLAR 32.361
  • EURO 34.849
  • ALTIN 2391.564
  • ...
"Trûmp di nava çend hefteyande dibe ku bê pirsyarîkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rojnameya Washington Posta Amerîka destnîşan kir ku Dozgerê Erkdar ê Taybet Robert Mueller, di çarçoveya lêpirsîna Rûsyayê de dikare Serokê Amerîka Donald Trump bigire lêpirsînê.

Di lêpirsîna FBIya yê tê de tê îdîakirin ku Rûsya midaxaleyî hilbijartinên serokatiyê yê Amerîka kiriye û di pêvajoya hilbijartinan de têkiliyê ekîba Trûmp û Rûsya tê lêkolînkirin. 

Rêveberiya Qesra Sipî, îdîayên derbarê Rûsyayê de qebûl nake.

Tê îdîakirin ku di nav posteyên elektronîk yên Robert Mueller bidestxistiye de Şêwirmendê Trûmp yê kevn yê Ewlekariya Neteweyî, Michael Flynn jî di  nav de tev de navên 13 desthilatdaran derbas dibe.  

Şêwirmendê Trûmp yê kevn yê Ewlekariya Neteweyî Flynn bi îdîaya bi Rûsyayê re ketibû têkiliyê îstîfa kiribû.

Dozgerê Erkdar ê Taybet Robert Mueller di gel lêpirsîna Rûsyayê de serokê Trûmp yê kevn yê FBI ya yê James Comey ji wezîfê girtibû û ev jî wek "xapandina edaletê" hatibû şîrovekirin, dozger vê yekê jî lêkolîn dike.

Trûmp gelek caran îfade kiribû ku ne ji ber Comeny "Pêvajoya lêpirsîna Rûsyayê bi dawî kiriye ji wezîfê hatiyê dûrxistin" û ev îdîa red kiribû.

Di dawiya sala 2017an de di navbera Trûmp û Dozgerê Erkdar ê Taybet Mueller de rageşî derketibû û li ser vê yekê hatibû îdîakirin ku Trûmp plan kiriye ku Mueller ji wezîfeyê dûrbixe, lê belê paşê ev îdîa hatbû derewandin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir