Xortê windabûyî mirî hat dîtin
Xortê ku li Entabê berî vê heftîyekê winda bûbû wek mirî hat dîtin.
Li Şahînbeya Entabê berî vê hefîyekî xortekî bi navê Mehmet Gucer ji mala xwe derket û êvarî venegerîya mala xwe, ji ber vê yekê malbata xortî serî li polêsan dan.
Piştî heftîyekê xort li ber qerexa Gola Burçê wek di serî wî de gule hatiye berdan hat dîtin.
Cenazeya Gucer piştî karên otopsîyê hat rakirin Mirîxaneya Sazîya Tipa Edlî ya Entabê û derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)