Çawişê pîspor ê ku li pêl mayinê kir birîndar bû
Li Şirnexê ji ber ku çawîşekî pîspor li pêl mayinê kir birîndar bû.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li Herêma Xabara Şirnexê di dema fealîyeta tehqîqeta zevîyê de çawîşekî pîspor li pêl mayinê kir. Ji ber ku mayin înfîlak kir leşker birîndar bû.
Çawîşê pîspor ê ku ji ber teqîna mayinê birîndar bû hat rakirin nexweşxanê.
Hat ragihandin mayina ku teqîyaye berî niha ji teref PKKê ve hatiye bicîkirin.(ÎLKHA)