Ji ber teqîna tupê mitbaxê 2 kes giran birîndar bûn
Li Şemrexa Mêrdînê ji ber teqîna tupê mitbaxê jin û mêrê pîr û kal giran birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li Şemrexa Mêrdînê Halîme û Fadil Uzenê pîr û kal hewil dan sobeya di mala xwe de pêxin, lê ji ber ku xaz ji ber tupa mitbaxê dihat teqîneke tund pçk hat. Di encama teqînê de xaltîya Helîmê û xalê Fadil giran birîndar bûn.
Xaltî û xalê ku giran birîndar bûbûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)