• DOLAR 34.655
  • EURO 36.446
  • ALTIN 2952.23
  • ...
Rusya: Bi balafirên bêînsan 13 êrîş li baregahên me yên li Sûrîyê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve hat destnîşankirin di 6ê Çileyê de  bi balafirên bêînsan herî kêm 13 êrîş li baregahên wan ên Tartus û Hmemymîm ên  li Sûrîyê hatien kirin û ev êrîş bi amûrên parastina asimanî hatine bertarafkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin kontrola 6 balafirên bêînsan hatiye bidestxistin û 7 balafirên bêînsan jî bi mûşekên Pantsît-S hatine îmhakirin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: "Balafirên bêînsan ji herêmeke ku 50 kîlometre dûrî baregahan e bi bikaranîna teknolojîya navîgasyona modern hatine şandin. Di êrîşên ku hatin kirin de tiştek bi leşkerên Rûsyayê nehatiye û hêj ew kesên ku êrîşan li dar xistine nayê zanîn."

Di xebera ku di 4ê Çileyê de di Rojnameya Rus Kommersantê hat weşandin de hat destnîşankirin di êrîşa bi hewan a di 31ê Kanûna 2017an de  li baregahê hatibû kirin de 2 leşker miribûn û zêdetirî 10 leşkeran jî birîndar bûbûn û 7 balafirên şer jî hatibûn hilweşandin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir