Ew ê ji malbatên feqîr re alîkarîya komirê bê kirin
Lijneya Wezîran di encama civîna ku hat tertîpkirin de qerar da ku ji malbatên feqîr re herî kêm 500 kîlo alîkarîya komirê bê kirin.
Di hejmara Rojnameya Fermî ya ku îro hat weşandin de qerara Lijneya Wezîran a bi navê "Qerara derbarê alîkarîya komirê ya ku dê bo malbatên feqîr re bê kirin" hat weşandin.
Li gor vê qerara ku bi nivîsa Musreşartîya Hazînê hatiye xistin rewacê ew ê ji wan malbatên ku dê bên tespîtkirin re herî kêm 500 kîlo alîkarîya komirê bê kirin.
Li bajêr û navçeyan organîzasyona belavkirinê dê ji teref weqfan bê kirin.(ÎLKHA)