• DOLAR 32.459
  • EURO 34.767
  • ALTIN 2439.89
  • ...
Nasrallah: Xelkê Îranê xeyalê Amerîka, îsraîl û Siûdî vala derxist
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Lubnanê Seyyîd Hasan Nasrallah beşdarî bernameya televîzyonekê bû û bûyerên li Îranê diqewime nirxand û îfade kir ku kesên van bûyeran derdixin komeke biçûk e.

Nasrallah destnîşan kir ku xelkê Îranê wê xeyalê Amerîka, îsraîl û Siûdî vala derxin. Lewra komeke biçûk ya ku bûne pêlîstokên emperyalîstan û xwestin protestoyên Îranê îstîsmar bikin û bixin asteke siyasî.

Nasrallah da zanîn ku desthilatdarên Îranê li hember qrîzê bi awakî xweşbînî sekinîn û rê nedan kesên dixwazin van bûyeran îstîsmar bikin.

"Fêda protestoyan ya herî mezin..."

Nasrallah destnîşan kir ku lazime bûyerên li Îranê diqewimin bi bûyerên sala 2009an re wek hev neyê hesibandin û wisa got: "Fêda van protestoyan a herî mezin wê xelkê Îranê bike yek û wê li hember pirsgirêka rêyên çareseriya derxe holê."

"Bûyerên bi tu awayî bandorê li ser piştgiriya Îranê ya Berxwedana Îslamî neke"

Nasrallah derbarê pêvajoyê de jî axifî û got: "Xelkê Îranê xeyalên Amerîka, îsraîl û Siûdî vala derxist, ev bûyer bi tu awayî bandorê li ser piştgiriya Îranê ya Berxwedana Îslamî dê nekin, lewra xelkê Îranê ji dil li hêla berxwedanê ye."

Nasrallah daxuyaniyên Serokê Amerîka jî nirxand û got: "Sedema veya ya herî mezin ji ber ku Îran li Fîlîstînê piştgiriya hêlên berxwedanê dikin û ji ber ku piştgiriya Qudsê dike ev bûyer diqewimin."

"Herkes di warê Quds paytextê Fîlîstînê de hemfîkir in"

Nasrallah beyanatên Serokê Amerîka Doland Trûmp ya di warê Qudsê de jî nirxand û got: "Ev biryar tê wateya dawîya îsraîl. Bi vê biryarê derket holê ku li hev hatin bi dawî bûn. Li gor min çareseriya herî mezin berxwedan e. Trûmp deverê ber bi qaosek nû ve dikşîne. Xelkê Filistînê qethiyên wê teslîm nebe. Li ser van axan herkes di warê Quds paytextê Fîlîstînê de ye hemfîkir in. Tu carî gelê Filistînê wê vê yekê terk neke."

Nasrallah di dawiya axaftina xwe de got: " Lazim e Cepheya Berxwedanê li hember herba Trûmp û Netanyahû amade bin û bi îhtîmalek mezin ev herba wê li hember Xezze, Lubnan û Sûrîye yê bê kirin." (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir