"Amerîka Îranîyan teşwîqî çalakîyên wêranker kir"
Îrana ku Amerîkayê bi mudaxelekirina karên navxwe sûcdar dike gilîyî Neteweyên Yekbûyî kir.
Temsîlkarê Daîmî yê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî Gulam Elî Hoşro nameyekê gilîyê şand ji Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî û ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres re.
Hoşro di nemaya ku şand de wisa gilîyê Amerîka kir: " Hikûmeta Amerîka bi hinceta destekdayîna xwepêşan bi şikleke bêwate çalakîyên xwe yên mudaxelekirina karên navxweyî yê Îranê zêde kir. Serokê Amerîka û arîkarê wî bi tweetên beradayî Îranîyan teşwîqî çalakîyên wêranker kirin."
Hoşro bi heman awayî Amerîka bi îhlalkirina prensîbên Peymana Neteweyên Yekbûyî û hiqûqa navneteweyî sûcdar kir û bang kir da ku ew daxuyanîyên Serokê Amerîka Trump ên derbarê Îranê de bên şermezarkirin.(ÎLKHA)