Ruhanî: Hikûmet dê li dijî wan kesên ku hovîtîyê dikin bi tolerans tevnegere
Serokomarê Îran Hasan Rûhanî derbarê xwepêşanên ku berdewam dikin de diyar kir hikûmet dê li dijî wan kesên ku hovîtîyê dikin bi tolerans tevnegere.
Xwepêşanên ku li Meşhed û Kaşmera bajarên Îranê berî vê çend rojan "bi hinceta bihabûna heyata" dest pê kiribûn bûn xwepêşanên dijberî hikûmet û rejîmê.
Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî bi daxuyanîyeke ku belav kir derbarê mijarê de got ku şiddet û ji qadên qamûyê re dayîna zirarê na rexne ye.
Ruhanî di berdewama daxuyanîya xwe de wisa got: "Li gor makeqanûnê mafê xelkê heye ku xwepêşanan li dar bixe û rexneyan bike. Hikûmet dê li dijî wan kesên ku hovîtîyê dikin bi tolerans tevnegere. Ji bo çareserîya hinek meseleyan wext lazim e û bo çareserîya van meseleyan divê hikûmet û xelk dest bidin hev."
Rûhanî di dawîya axavtina xwe de derbarê daxuyanîyên ku ji teref Trump ve hatiye dayîn de jî wisa got: "Kesekî ku Îranîyan wek terorîst îlan kiriye nikare derbarê Îranîyan nikare daxuyanîyan bide."(ÎLKHA)