• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
 "Ger îşxalker ji nû ve Qudsê desteser bikin dê serhildan û raperînên tundtir çêbibin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Heyeta Bilind a Îslamî Şêx Îkrîme Sabrî derbarê qerara ku ji teref Amerîka ve hatiye standin de nirxandinan kir û Amerîka û sîyonîstên îşxalker îqaz kir da ku ev qerar neyê sepandin.

Li gor xebera ku di Navenda Enfarmasyona Fîlîstînê de hatiye weşandin ji teref Serokê Heyeta Bilind a Îslamî Şêx Îkrîme Sabrî ve derbarê mijarê de wisa hatiye gotin: "Ger Amerîka bixwaze qerarê tetbîq bike û ger rejîma îşxalê cardin hewil bide Qudsê desteser bike dê ji ya Tîrmeha 2017an tundir serhildan û raperînek çêbibe."

Sabrî di berdewama axavtina xwe de diyar kir Quds û bi Mekke û Medînê re pêwendîdar e û ger Quds bê ji dest dan ev yek tê maneya ji destdana Mekke û Medînê. Sabrî dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Misliman di îmtîhanekê de ne. Zaman niha di lehê me de ye û şert ji me re xizmetê dikin. Qerara Trump Misliman û Mesîhîyan anîye ba hev. Heta ku Trump qerara Qudsê betal bike divê xwepêşan û çalakî berdewam bikin. Ez ji wan welatên Îslamê û Ereban ên ku destekê didin Fîlîstînê silavan dişînim."(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir