• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji alimên herêmê Mela Alî wefat kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mela Alî Arslanê ku li nexweşxanê ev demekê ji ber nexweşîya xwe dihat tedawîkirin wefat kir.

Arslan ji teref bi sedan hezkirîyên wî, hevalên wî yên dozê û talebeyên wî ve li gorsitana bajêr a Bingolê hat definkirin. Taziye li Mala Şînê ya Camîyê ya li taxa Înalîyê tên qebûlkirin.

Endamê Îttîhadul Ulemayê Mela Sahap Korkutata  ji ÎLKHAyê re qala jiyana Mela Alî kir û diyar kir Mela Alî di temamê jiyana xwe de bo doza Îslamê micadele kiriye.

"Seyda yekî wisa bû ku gelek îxtîlafên di nava civakê de di demeke kurt de çareser dikir"

Korkutata di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber wefata Mela Alî xemgîn in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Bi rastî jî yekî pir bi qedr û qiymet bû. Lewra Pêxemberê me Hz. Muhammed derbarê vê mijarê de dibêje 'Mirina alimekî mirina alemê ye.' Em ji Rebbê xwe hêvî dikin ku cihê wî dagire. Seyda Mela Alî bo Bingolê him seyda bû û him jî asayîş bû. Seyda yekî wisa bû ku gelek îxtîlafên di nava civakê de di demeke kurt de çareser dikir. Seyda di temamê jiyanê xwe de waîztî kir. Heqê waîztîyê dida, xîtabeteke wî cuda hebû. Xîtabeta wî dibû wesîleya tesîrdarbûna gelek kesan. Li Bingolê tu kes tuneye ku jê îstîfade nekiribe. Di 28ê Sibatê de jê re dibûn mani' ku waazan bide. Lê ew dîsa wezîfeya xwe dikir. Digel ku teqawîd bûbû jî dîsa wezîfeya xwe dikir. Em ji Xwedê bo wî rehmetê teleb dikin. Nesîbê me û wî bike ku em di bin ala Hz. Muhammed de werin cem hev û haşir bibin."(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir