Li Fransayê dê rojev Quds û Sûriye be
Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin derbarê ziyareta Serokomar Erdogan a ku dê li Fransayê bike de diyar kir "Di zîyaretê de dê meseleyên mîna Quds, Sûrîye, Iraq, micadeleya bi terorê re û meseleyên din bên nirxandin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wek vexwendîyê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di 5ê Çilê de dê biçe Fransayê.
Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin derbarê ziyareta Serokomar Erdogan a ku dê li Fransayê bike de daxuyanî da û diyar kir "Di zîyaretê de dê meseleyên mîna Quds, Sûrîye, Iraq, micadeleya bi terorê re û meseleyên din ên mîna pêwendîyên Tirkîye û Yekîtîya Ewrûpa dê bên nirxandin."(ÎLKHA)