Cezaya bikarnanînalastîkên berfê bû 725 lîre
Cezayên ku di bergeha mecbûrîyeta bikaranîna lastîkên zivistanê de hatine birîn ji sibe pê ve dê bibin 715 lîre.
Cezayê lênexistina lastîkan zivistanî ya ku di sala 2017an de wek 625 lîre hatibû diyarkirin dê sibe pê ve bibe 715 lîre. Li gor nirxnadina ku ji teref Wezareta Malîyê ve hat kirin kesên ku di demsala zivistanê de lastîkên zivistanê bi kar neyênin re dê 715 lîre ceza bê birîn.
Kesên pîspor bo ewlehîya can, mal û her wiha bo seyahateke bi ewlehî di demsala zivistanê de bikaranîna lastîkên zivistanê pêşînîyaz û tewsîye dikin.(ÎLKHA)