• DOLAR 32.46
  • EURO 34.765
  • ALTIN 2434.478
  • ...
Di pêşangehê de wêneya Aylan Kurdî eleqeyeke mezin dît
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Muhammed  Barazîyê karê wênesazîyê dike û ji ber şerê navxweyî ji Sûrîyê koçî Entabê kir ve li  Salona Onat Kutlar a Şaredarîya Bajêra Mezin pêşangaheke wêneyan hat vekirin.

Barazî derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re vegot ew dixwaze bi vê pêşangahê nîşan bide ku xelkê Sûrîyê bes ne xelkeke ku xwe dispêrin e û bi heman awayî ew bi hûnerê re eleqedar in.

Barazî di berdewama axavtina xwe de diyar kir wêneyên di pêşengehê de ji teref wî û xwendekarên wî ve hatine amdekirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Di vê pêşangaha ku min  û xwendekarên min pêkve amade kiriye de wêneyên xweşik hene. Eleqeyeke mezin ji pêşangehê re tê nîşandan. Zewqa temamê hûnerhezî ji hev cuda ye. Lê belê kesên ku beşdarî pêşangehê bûn herî zêde li ber wêneya Aylan Kurdî radiwestîyan. Cardin wê êş û elemê bi bît tanîn. Hemû kes ji van wêneyên li vê derê li gor xwe dersekê derdixin. Ji wêneyên ku li xweşa wan diçe re jî eleqe nîşan didin."

Barazî di dawîya axavtina xwe de diyar kir ji ber eleqeya ku ji pêşangehê re hatiye nîşandan ew pir kêfxweş e.(ÎLKHA)

 





































Bu haberler de ilginizi çekebilir