Bo astengdaran sînorê muafîyeta ÖTVê wek 200 hezar lîre hat diyarkirin
Derbarê muafîyeta ÖTVê ya ku ji astengdar, naskirîyên xazî û şehîdan re wek mafekî tê nasîn wek 200 hezar lîre hat diyarkirin.
Li gor daxuyanîya ku hatiye belavkirin kesên ku ji sedî 90 astengdar in û naskirîyên xazî û şehîdan bi şerta standina wesayîtên ku bihaya wan di bin 200 hezar lîreyê de ye dikarin ji xwe re wesayît bistînin û ji mafê ÖTVê sûdê werbigrin.
Teblîx dê ji yekê çilêya 2018an ve pê ve bikeve meriyetê.(ÎLKHA)