• DOLAR 32.523
  • EURO 34.905
  • ALTIN 2454.5
  • ...
" Alema Îslamê nîşan da dema ku pêkve hereket bikin ka çi qas bi hêz e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di bergeha ziyaretên ku dê li Sudan, Çad û Tunusê bike de pêşî çû Sudanê û xitabî meclîsa Sûdanê kir.

Serokomar Erdogan  derbarê dengdayîna Qudsê ya Lijneya Giştî ya NYyê de diyar kir " Temamê dinyayê nîşan da dema ku alema Îslamê pêkve hereket kir çi qas bi hêz e."

Erdogan di berdewama axavtina xwe de di bîran xist Amerîka digel temamê alozîyên ku dê derkevin Qudsê wek paytexta sîyonîstan îlan kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Trump ji kî pirs kir? Ji xwe me re vê qerarê da. Başe, ma hewce nedikir ku derbarê vê mijarê de bi welatên Îslamê û bi Xiristîyanan re hevdîtin bikirana? Serokê heyamê ya Teşkîlata Hevkarîya Îslamê ez bûm, bi min re qet hevdîtin nekir. Digel vê yekê bi Papa re jî qet hevdîtin nekir."(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir