"Em ê tu planê Amerîka qebûl nekin"
Serokê El-Fetîhê Mahmud Abbas destnîşan kir ew ê ji îro pê ve tu planê Amerîka qebûl nekin û got: " Lewra Amerîka bû terefdar."
Piştî ku qerara Serokê Dewleta Amerîka Donald Trump a naskirina Qudsê wek paytexta sîyonîstan di Lijneya Giştî ya Neeweyên Yekbûyî de hat redkirin re Serokê El-Fetîhê Mahmud Abbas derbarê mijarê de bi li Parîsê bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kir.
Piştî hevdîtina ku li Qesra Elysee hat kirin de Abbas di daxuyanîya hevpar a çapemenîyê de daxuyanî da. Abbas di daxuyanîya ku da de destnîşan kir xelkê Fîlîstînê ji îro pê ve ew ê tu plana Washingtonê qebûl neke û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Amerîka nîşan da ku di pêvajoya aştîyê de ne navbeynkarekî dirist e. Em ê jî êdî planên ku dê ji Amerîka werin qebûl nekin."(ÎLKHA)