Wezareta Karên Derve: Bila welatên xwedî berpirsiyar bibin taqîbkerê qerarê
Ji teref Wezareta Karên Derve ve derbarê pêşnûmaya Qudsê de wiha bang li welatan hat kirin: "Bila welatên xwedî berpirsiyar bibin taqîbkerê qerarê."
Wezareta Karên Derve derbarê pêşnûmaya Qudsê ya ku doh di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbyî de ji teref 128 welatan ve hat qebûlkirin de daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku derbarê mijarê hat dayîn de hat destnîşankirin ji ber pêşnûma hatiye qebûlkirin û qerara Amerîka hatiye redkirin ew memnûn in û dû re wiha hat gotin: " Em bang li temamê endamê NYyê yên ku xwedî berpirsiyar in dikin, bila bibin taqîbkerê vê qerara girîng."(ÎLKHA)