• DOLAR 32.493
  • EURO 34.798
  • ALTIN 2442.15
  • ...
Dest bi xerakirina avahîyên AFADê yên ku HUDA PARê anîbû rojevê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

470 mal û avahîyên ku ji teref AFADê ve ji bo malbatên mal û avahîyên wan di bobelatan de xerabûbû hatibû avakirin ev demeke dirêje hatine terkkirin. Ew mal û avahîyên hatibûn terkkirin bûbûn wek mekanên narkotîk û fûhûşê. Piştî HUDA PARê ev rezaleta anî rojevê dest bi xirakirina wan avahîyan hat kirin.

11 sal berê ji teref AFADê ve ji bo malbatên ku malên wan di bobelatan de hilweşîya bûn dest bi înşa kirina van malan hatibû kirin. Avahîyên ku bingeha wan saxlem nehatine çêkirin di 3 salan de hatin qedandin lê belê tu kes tê de rûneniştin.

Serokatiya Bajara Bedlîsê yê HUDA PARê li ser nerazîbûna gel, li mal û avahîyên AFADê de lêkolîn kir û bangî rayedaran kirin ku li van avahîyên bûne wek mekanên narkotîk û fûhûşê xwedî derkevin û tiştên hewce ye demildest bên kirin.  

"Lazime xisara van avahîyê ku bi serweta millî hatine çêkirin neyê paş çav kirin"

Serok Bajarê Bedlîsê yê HUDA PARê Celal Gul derbarê xerakirina avahîyan de îfade kir ku biryara xerakirina avahîyên ku bûbûn wek mekanên narkotîk û fûhûşê biryareke di cî de ye û wisa got: "Lê belê ew qas avahîyên hatin çêkirin ji ber bêpilan û projebûne tev hatin xerakirin û kes tê de rûneniştin. Lazim e xisarên hatiye kirin neyê paş çav kirin. Ev ne têgihîneke baş e." 

"Maliyeta avahîyên hatine çêkirin 60 mîlyon lîre ye"

Gul di berdewama axaftina xwe de îfade kir kû ji ber hikumetê xebatên fizibiliteyê baş nekir ew gava hat avêtin gavek xelet bû û avahîyên AFADê bûn wek afatekê bûn û wisa li axaftina xwe zêde kir: "Ji ber polîtîkayên hikumetê yên xelet avahîyên AFADê bûn wek afetekê. Ev avahî bûbûn wek mekanê narkotîk û fûhûşê. Bi taybetî ji ber zanîngeh jî li vir bû rewş xerabtir dikir. Avahîyên ji teref AFADê ve hatibûn çêkirin, hatibûn terkkirin. Ev avahîyên ku niha tên xerakirin malîyetan wan 60 mîlyon lîre bû. Ev jî di serweta mîllî de bedelekî zêde ye. Di encama gişî de ev pera ji bêrîka gelê me derdikeve."

"Çima berya her tiştî plan û piroje nayên kirin?"

Gul bi bîr xist ku berya niha me di heqê avahîyên AFADê de beyanetek çapemenîyê dabû û wisa dewam kir: "Berya niha me bi Alîkarê Serokê Giştî yê partîya xwe re ji bo ev avahî bên xerakirin beyanatek dabû. Belê xerakirina wan biryareke di cî de ye, lê belê em veya dibêjin; Çima plan û proje yên vana berya niha negirtin? Li hemberî van avahîyên AFADê berî niha termînala navbajaran hat çêkirin. Wir jî bi salan vala hat berdan, bû mekanê narqotîkê û qet nehat bikaranîn û hat xerakirin. Bi vî awayî pere ji bêrîka gel derdikeve û qet nayê bikaranîn. Lazime hesabekî veya hebe. Em veya rast nabînin. Em bawer dikin ku mesrefên tên kirin divê di cî de bên kirin. (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir