• DOLAR 34.098
  • EURO 38.099
  • ALTIN 2874.775
  • ...
"Mîrasa ku me ji ecdadê xwe girtîye lazime em qirêj nekin û pêşve bibin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xanima merhûm Tîmûrtaş Xoce, Mevlûde Ûçar di bernameyeke li Zanîngeha Dîcleyê hat tertîpkirin de xîtabî xwendekaran kir û li xwendekarên Zanîngehê tewsîyeyên girîng kir.

Bernameya ku li salona konferansa fakulteyê hat tertîpkirin Mevlûde Ûçar wek axaftvan beşdar bû îfade kir ku, emanetê ku me ji ecdadê xwe girtîye em mecbûrin qirêj nekin û heta dawiyê bibin.

Ûçarê îfade kir ku: "Em kesên dema kesek wenda bikirina, wek neslekê wenda bikin bûn. Me dema Mekikê jîyandin. Hûn dema Medînê dijîn. Gelî ciwana, em dixwazin hûn dema Medînê ewqas xweş bijîn ku dema kufir xebatên we yên di rîya heq û edaletê de bibînin û dema sîya we hîs bike dilê wan xwîn bigrî. Hûn efendîyê ser rûyê dinyayê ne û bingeha merhametê ne."  

"Kolanên Elezîzê rastbûn lê belê tiştekî cûmhûrîyetê yê rast tineye"

Ûçarê îfade kir ku ji bo me dersa Qur'anê bigirta me gelek zor û zehmetî kişandin û wisa li axaftina xwe zêde kir: "Me dema Mekkê jiya. Dema em 5 kes bihatana cem hev digotin hûn di nav 'falîyetên îrtîcayê de ne' di cî de polêsek an înzîbatek dihat ser serê me di serî de wê henekê xwe bi me bikirana dûre jî em digirtin. Ji bo em dersa Qur'anê werbigrin xuşkên me yên mezin çîtik dixistin destê me û em dibirin mizgeftê. Wan mizgeft paqij dikirin me jî ji mamosteyên xwe çend herf ders digirtin. Rojekê 5-6 leşker hatin mizgeftê. Xoce efendî kil kirin, neheqî lê kirin û ew rakirin ser pîyan. Şaşika wî ji serê wî kirin û xistin qirika wî. Em jî li dora xoce rûniştibûn û digirîyan. Xoce efendî got ev xuşk ji bo mizgeftê paqij bikin hatine, vana jî bi wan re hatine. Dema em digiryan xoce ji bêrîka xwe mewîj û nokên qelandî derdixist û dida me digot negrîn ezê we deynim mala we. Wan leşkeran xoce birin kolanên Elezîzê yên rast. Kolanên Elezîzê rast bûn lê belê tiştekî cûmhûrîyetê yê rast tinebû."

Ûçarê îfade kir kû em ji azana Tirkî re jî bûn şahid û wisa got: "Dema azana Tirkî dihat xwendin rehma Xwedê li wan be kalik û pîrikên me guhê xwe digirtin û digotin evê kengî biqede? Wê rojê digotin 'Tanri ûlûdûr' û wisa dewam dikirin. Gel rondik dibarandin. Digotin ma banga şerîf wisa dibe?"

"Dema kalê min bihîst ku wê azan were ser eslê xwe wek zarokan girîya"

Ûçarê îfade kir ku dema kalê wê bihîst ku banga şerîf wê were ser eslê xwe ji kêfan re girîya û wisa got: "Menderesê merhûm, gotibû 'Heger ez di hilbijartinan de bi serkevim ezê azanê vegerînim ser eslê wê.' Wê çaxê radîyoyek kalê min hebû. Dema şevnimêj dikir, dibhîze kû di xeberan de bibêjin 'Îşev banga şerîfê vegere ser eslê xwe. Kalê min ê rehmetî ji cîyê lê ye radibe, caman vedike û diqîre dibêje "Şerîet hat", Hz. Bîlal bedela azanê li ser qûma germ da. Wek niqutek avê ji bo lêvên teqîya yî bû. Ew wê çaxê jî, ji gotina Xweda yek e venegerîya bû. Bedelê veya Hz. Bîlal dabû. Em difikirîn emê bedelekî çawa bidin û em wek zarokan digirîyan."  

"Mîrasa ku me ji ecdadê xwe girtîye divê em qirêj nekin û pêşve bibin"

Ûçarê îfade kir ku em mecbûr in mîrasa ku ecdadên me ji me re hiştîye qirêj nekin û pêşve bibin û wisa axaftina xwe bidawî kir: "Gelî ciwanan! Hûn di nav nîmetên ewqas xweş de ne, dema ku dibêjin şerîet hat hûn kêfxweş dibin? Bav û kalên me dema mizgîna xwendina banga şerîf hat ji kêfan re gotin 'şerîet hat' û kêfxweş bûn. Hûn ciwan, nefsa xwe, xwestekên xwe, rehetîya xwe û her tiştên xwe ji bo Xweda danîye hêlekê. Li ser rûyê dinyayê çi nexweşî hebe bila hebe li hember wan tevan hûn hene. Ji bo hûn edaletê belav bikin, merhametê temsîl bikin hûn hene. Îro di şûna nimûna mêrxasîya Hz. Hemze de hûn hene. Lazime hûn bibin wek Siltan Fatîh û Ebû Eyyûb el-Ensarî. Netirsin, hûn xemgîn nebin û bê hêvî nebin. Çareserîya ser rûyê erdê hûn in. Em mecbûr in mîrasa me ji ecdadê xwe girtîye qirêj nekin û pêşve bibin. (ÎLKHA) 











Bu haberler de ilginizi çekebilir