Çavuşoglu bo dengdayîna Qudsê ya li Neteweyên Yekbûyî diçe Amerîka
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu ji bo dengdayîna Qudsê ya li Neteweyên Yekbûyî diçe Amerîka.Niştina Qudsê bi daxwaza Tirkîye û Yemenê dê bê tertîpkirin.
Hat ragihandin Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu ji bo dengdayîna Qudsê ya li Neteweyên Yekbûyî diçe Amerîka û ew ê Wezîrê Karên Derve yê Fîlîstînê Rîyad el-Malîkî jî pê re be. Niştina Qudsê bi daxwaza Tirkîye û Yemenê dê bê tertîpkirin û dê mijara sereke ya rojevê Quds be.
Weke ku tê zanîn qerara ku derbarê Qudsê ji teref Amerîka ve hatibû dayîn di Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî de ji teref Amerîka ve hatibû vetokirin. Ev qerara ku hatibû dayîn ji teref welatên ku endamên Neteweyên Yekbûyî ve hatibû redkirin û wek "ne li gor hiqûqê" hatibû wesfandin.(ÎLKHA)