• DOLAR 32.442
  • EURO 34.792
  • ALTIN 2443.223
  • ...
Mizgefta ku hema maye xira bibe li hêvîya restorasyonê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li taxa Hamam Beya Hezoya navçeya Êlihê mizgefta kevnar ya dîrokî ya 5 sedsalî, ji ber bêxizmetîyê hema maye hilweşe.   

Mizgefta ku bi salan lê perwerdehîya medresê hat kirin ji ber bêxizmetîyê li ber hilweşînê ye. Li gor di nivîska li ser dîwarê mizgeftê tê dîtîn ku ev mizgeft ji zemanê Osmanîyan maye. Di nivîska çêkirinê de tê dîtin ku camî di sala hîcrî 890 (mîladî 1485) li Hezoyê ji teref lawê Begê Sasonê Ebûbekîr Roşkî, Xidir Beg ve hatiye çêkirin û bi sedsalan li vê mizgeftê îbadet hatîye kirin. Di mizgeftê de qismek heye, jê re tê gotin hucre ku di vir de feqî dihatin perwerdekirin.

Mizgefta ku heta roja me gelek restorasyonên xelet derbas kirîye hê jî li ser pîya ye û ji îbadetê re vekirîye. Ji ber bêxwedîbûnê berî niha bi salan minara mizgeftê hilweşîya û di 5 esran de vê mizgeftê gelek xerakirin û selihandin dît.

Li gor lêkolînên hatine kirin berya niha 25 sal berê ji ber der û hindurê wê bi sewaxê hatîye sewaxkirin di mizgeftê de bûye sedema gelek xerabûnan. Li hêla din; ji ber sewax, kils û dîwara wê hatîye boyaxkirin camî gelek ji eslê xwe dûr ketîye û xera bûye.

Ev mizgefta di warê çandî de pir girîng e û heta niha ji îbadetê re vekirîye ji ber ku di der û hindirê wê de tehrîbatên zêde çêbûye hema maye camî xira bibe.

Cimaeta camîyê dixwaze ev mizgefta kevnar ya dîrokê ya ku bi sedsalan e xizmetê dide,  were restorekirin û bighêje erka xwe ya ewil.

Ji cimaeta mizgeftê û xelkê taxê Lezgîn Aydemîr îfade kir kû hewceye mizgeft were restorekirin û wisa li axaftina xwe zêde kir û got: "Vira Mizgefta Xidir Beg e. Mizgefta Xidir Beg mizgefteke 550 salî ye.  Em dixwazin li gor halê wê yê berê û dora wê ji nû ve bê restorekirin. Di hundurê mizgeftê de qismên ku feqîyan lê perwerdehî didîtin hebûn. Niha ew tev tê xwarê. Em dixwazin ew der jî bên çêkirin û ji nû ve Qur'an lê bê xwendin. Berya niha Walîyê me hatibû vira û ev dîtibû. Ew dizane bê çawaye. Taxa me di vî warî de dixwaze di cî de selahandin bê kirin."

"Mizgeft ji ber bêxwedîbûnê hildiweşe"

Ji ehlê taxê Hasan Avag diyar kir kû ji ber bêxwedîbûnê mizgeft hema maye xera bibe û wisa got: "Ev mizgeft berî vê 600 salan hatîye çêkirin. Berê her tim li vê mizgefta me nimêj dihatin kirin. Hal û dirûma mizgefta me îro rezalet e. Tev xera dibe. Em dixwazin vê mizgeftê çêbikin. Berya niha li vir mescîdên ku feqîyan lê perwerdehî didîtin hebûn niha tev hilweşîyane. Em dixwazin vê biselihînin. Hindûrê mizgeftê jî ji ber bêxwedîbûnê tev hildiweşe. Îmkan û derfetên me tineye ku em vê mizgeftê restore bikin."

"Em dixwazin ehemîyeta didin dêran bidin camîyan jî"

Avag îfade kir ku Mizgefta Xidir Beg li navçeyê berî niha mizgefta herî mezin û herî dîrokî bû û weha li axaftina xwe zêde kir: "Ehemîyeta ku didin kelh û dêran bila bidin mizgeftan jî."

Agav di dawiya axaftina xwe de îfade kir ku mizgeft cîyê îbadetê Mislimanan e û lazim e li derên wisa xwedî bê derketin û wesa got: "Ev mizgeft, migefta herî mezin û herî dîrokî ya li Hezoyê ye. Em dixwazin vê mizgeftê bi hicrê feqîyan re nû bikin û restore bikin da dîsa feqî lê perwerdehîya Qur'anê bibînin. Em ji karbidestan rica dikin. Lazim e em li vê mizgefta dîrokî xwedî derkevin. Ger bi temamî xera bibe wê pir heyf be. Kevirên ber serê mezelan jî bê xwedîne. Temamê dêr û kelhên vî memleketî tên îmarkirin û restorekirin, lazim e vê ehemîyetê bidin mizgeftan jî. Em Misliman in û camî cîyê îbadetên me ye. (ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir