• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Elî Bapîr: Ew ê fatura qerarê ji Amerîka û sîyonîstan re gelekî giran be
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bapîr di daxuyanîya ku da ÎLKHAyê de diyar kir axaên Fîlîstînê tu car nebûnê yên siyonîstan, di seranserê dîrokê de Fîlîstîn hebû û ev ax aîdî Mislimanan e.

Bapîr di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê fatura qerarê ji Amerîka û sîyonîstan re gelekî giran be û dû re destînîşan kir "îsraîl dewleteke teror û îşxalê ye,îsraîl navekî Yaqub(a.s.) e, encax cihû wî navî li xwe dikin û axên Îslamê îşxal dikin. Mescîda Eqsa gelekî mibarek e. Hz. Pêxember bi xwe jî pesan wê daye."

 "Birêveberên hinek welatên Mislimanan ketine bi îdareya Amerîka"

Bapîr diyar kir ew wan kesên ku qerar standine bi şikleke herî tund şermezar dike û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: " Berî ku em bipirsin ka Amerîka çima vê qerarê daye divê em vê zanibin; Birêveberên hinek welatên Mislimanan ji dêla ku ji Mislimanan re bibin alîkar dikevin bin îdareya Amerîka û jê re xizmetê dikin. Bi heman awayî ji ber ku Misliman bêhêz û bêqewet in Amerîka cesaret kiriye ku vê qerarê bide. Ez ji Xwedê hêvî dikim ku temamê Mislimanan hişyar bibin. Êdî divê Misliman hişyar bibin. Divê em bibînin ka Amerîka û sîyonîst dijminina çawa ne."

 "Qerarên wisa ji bo qencî û neqencî derkeve holê xwedî erkeke mezin in"

Bapîr di dawîya axavtina xwe de temennî kir ku qerar bibe wesîleya wehdet û yekîtîya Mislimanan  û dû re weha dawî li axavtina anî: "Qerarên wisa ji bo qencî û neqencî derkeve holê xwedî erkeke mezin in. Lewra ji vê pê ve ew ê derkeve holê ka kî baş e, kî li terefê Mislimanan e û kî jî li terefa sîyonîstan in. Rizgarîya Mislimanan bi xwe girtina Îslama sahîh ve mimkûn e."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir