• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji alimên Kurdistanê bo Qudsê banga wehdetê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji Baneya Kurdistana Îranê  Mamoste Mela Mecît Kerîmpur derbarê mijarê de diyar kir di warê lênerîna Qudsê de di navbera Kurd, Tirk, Faris û Ereban de tu ferq tuneye û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: " Azadîya Qudsê encax di bergeha yekîtîya  azad û biratîyê de mimkûn e. Ew qerara Trump a naskirina Qudsê wek paytexta îsraîl  li ber çavên me wek qirşik û çopên li ser avê ne. Em hêvî dikin ku ji nav me ji nû ve Selahaddînek derkeve û di nav me wehdetê saz bike û Qudsê ji nû ve azad bike. Em hêvîdar in ew ê wehdet, yekîtî û biratîya Mislimanan pêk bîne."

Ji Ûrmîyê jî Mamoste Mela Fettah Daxistanî jî derbarê mijarê de diyar kir Qudsê wek peytaxta sîyonîstên îşxalker naskirin di nav Mislimanan de de dê bibe sedema acizî û bertekan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Ji ber ku Quds ji teref hinek kesan ve wek paytexta cihûyên îşxalker hat îlankirin di nav Mislimanan de acîzeyek derket holê û Mislimanan bertek û nerazîbûnên xwe nîşan dan. Ji nav destên cihûyan derxistina Qudsa ku qibleya me ya ewil e wezîfeya me Mislimanan e. Ji bo em karibin li ser cihûyan hakim bibin divê di nav Mislimanan de yekîtî û wehdet hebe. Ji ber ku îro di navbera Mislimanan de berberî heye û hev dikujin kesên mîna îsraîl, Amerîka û Trump ji vê yekê sûdê werdigrin û Qudsa me ya pîroz ji me distînin û didin cihûyan. Em ji Xweda teleb dikin ku cardin di nav Mislimanan de wehdet û îttîhadê tesîs bike û Qudsê ji cihûyan bistîne û bide me."(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir