• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Diyarbekirî: Divê Tirkîye îsraîl wek dewletekê nas nake
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 

Piştî ku Serokê Dewleta Amerîka Donald Trump Qudsê wek paytexta sîyonîstên îşxalker nas kir re ji alema Îslamê gelek bertekên tund ji vê qerarê hatin nîşandan û bertek hêj berdewam dikin.

Diyarbekirîyên ku derbarê mijarê de nerazîbûnên xwe anîn zimên derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivîn.

Welatîyên Diyarbekirî yên ku qerara Trump nirxandin diyar kirin ev qerar bo alema Îslamê heqaretek e û Quds canê Mislimanan e û Mislimanan amade ne xwîna xwe bo Qudsê bidin rijandin.

Welatîyên Diyarbekirî derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anîn zimên:

Hasan Tokur: Nexasim divê îdarevanên welatên Misliman li dijî vê qerarê bisekinin, lewra ev wek heqaretekê ye.

Mehmet Ulser: Divê li Qudsê xwedî bê derketin û li her qadê divê li dijî vê qerarê deng bê derxistin.

Riza Ersoz: Dema ku Misliman li hev xwedî derketin ew ê zilm bi dawî bibe. Ji ber ku alema Îslamê di nav fitnê de ye Amerîka cesaret kir ku Qudsê wek "paytexta" îsraîl nas bike.

Rasîm Yucel: Divê temamê pêwendîyên bi îsraîl re werin qutkirin.

Abdullah Temeloglu: Quds qibleya ewil a ummetê ye, ji ber vê yekê divê Misliman di oxira Qudsê de can û malê xwe feda bikin.

Kasim Şenol:  Divê Tirkîye îsraîl wek dewletekê nas neke.

Reşat Surer: Ger Misliman li dijî qerarê bisekinin ew ê Trump ji qerara xwe vegere.(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir