• DOLAR 32.446
  • EURO 34.778
  • ALTIN 2440.847
  • ...
Kerwana Umûdê bo belavkirina alîkarîyan bi Heyva Sor a Îranê re hevdîtin kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Heyeta Kerwana Umûdê di bergeha ziyaretê de bi Arîkarê Midûrê Hîlal Ahmara Urmîyê Doktor Halîl Muhtarî re hevdîtin kir. Di hevdîtina ku hat kirin de  Arîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Kerwana Umûdê  destnîşan kir ew ji bo ji kesên ku di erdheja li Kurdistana Îranê de zirar dîtine re alîkarîyê bikin hewil didin.

Çinar di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî erdheja ku li Îran û Iraqê pêk hat re ew çûne herêmê  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Me di bergeha îmkanên xwe de hewil da alîkarîyên mîna kon û erzaqê bikin. Me piştî wê kampanya da destpêkirin û me alîkarî berhev kir û em hatin li vê derê ji bo kesên mexdûr alîkarîyê belav bikin. Li kû derê cîhanê be ferq nake, em dixwazin destê alîkarîyê dirêjî birayên xwe yên Misliman bikin. Di vê sir û seqemê de me ne razî ne ku xuşk û birayên me li derve bimînin. Em dixwazin temamê Milsimanan di vî warî de xwedî hasasîyet bin. Înşaallah ew ê ev musîbet bibin wehdeta Mislimanan. Em ji Heyva Sor a Îranê re ji ber eleqeya ku nîşan dane teşekur dikin."

Arîkarê Midûrê Hîlal Ahmara Urmîyê Doktor Halîl Muhtarî ji ber alîkarîyên ku hatine kirin ji Heyeta Weqfa Kerwana Umûdê re malavahîyên xwe anî ziman.(ÎLKHA)



































Bu haberler de ilginizi çekebilir