"Îsraîl dewleteke teror û îşxalê ye"
Serokomar Erdogan destnîşan kir "îsraîl dewleteke teror û îşxalê ye."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Zîrveya Derasayî ya Teşkîlata Hevkarîya Îslamê ya ku Tirkiye jê re mazûvantîyê dike de xeber da derbarê meseleya Qudsê de wiha got: "îsraîl dewleteke teror û îşxalê ye."
Erdogan di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser meseleya Fîlîstînê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Kesên ku çend deqîqeyan li Qudsê bigere ew ê fêm bike ku ew der di bin îşxalê de ye. Derheqê bajara ku di bin îşxalê de ye derxistina qerara wisa tu hukmê wê tuneye. Îsraîl dewleteke teror û îşxalê ye."(ÎLKHA)