Serokomar Erdogan:Mijara mûşekên S-400 dê vê heftîyê bi netîce bibe
Serokomar Erdogan derheqê mûşekên S-400an de destnîşan kir ew ê di naveyna vê heftîyê de bi netîce bibe.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vlademîr Putîn li Kullîyeya Serokomartîyê hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê her du serok daxuyanîya hevpar dan û derbarê hevdîtinê de endamên çapemenîyê agahdar kirin.
Serokomar Erdogan di daxuyanîya ku da de derbarê mûşekên S-400an de diyar kir rayedar xebatên pêwîst dikin û ew ê di naveyna vê heftîyê de rayedar bên cem hev û ew ê mijara S-400an bi netîce bibe.(ÎLKHA)